Rejîma dewleta Tirk a dagirker careke din, eşkere kir ku wê ji xaka Sûrî ya dagir kirî dernekeve.
Ev yek di peyama dawî ya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler de derket.
Wezîrê Tirkiyê got: Heta destûrek bingehîn ya nû pêk neyê û hilbijartin neyên lidarxistin wê Tirkiye ji Sûriyê dernekeve.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler diyar kir ku di çarçoveya xebatên normalîzekirinê yên di navbera Tirkiye û Sûriyê de dibe ku di asta wezîran de civînek were lidarxistin.
Guler bi nivîskî bersiva pirsên ajansa nûçeyan a Reutersê da û dazanîn ku divê ji bo vê yekê “şert û mercên guncaw” bên afirandin.
Erdogan dixwaze di zutirîn demê de bi esed re bicive
Hûn dizanin me bi birêz Esed re ev hevdîtin pêk anî.
Kes nikare bêje sibe pêk nayê û dîsan wê pêk bê.
Şefê rejîma faşîst a Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan meha borî jî xwestibû bi Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esad re hevdîtinê pêk bîne û gotibû,
“Em dixwazin bi derbaskirina vê kîn û nefretê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin.”
Heta niha Hikumeta Şamê li ser vê yekê ti bersivek erênî ya dilê Erdogan xweş bike ne daye.
Şam ji bo hevdîtinê dibêje, divê despêkê artêşa Tirk a xaka Sûrî dagirkirî, ji welat derkevin.
Ji 2016’an ve dewleta Tirk li ser xaka Sûrî 3 oparasyonên dagirkeriyê pêk anî
Rejîma dewleta Tirk bi îdiaya çêkirina ‘herêmeke ewle’ ji 2016’an ve li ser xaka Sûrî 3 oparasyonên berfihre yên dagirkeriyê pêk anî.
Bi van êrişên dagirkeriyê re, Cerablûs, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kiriye.
Yaşar Guler: Eger daxwazên me pêk werin, em ê derketina bi koordîne nîqaş bikin
Li ser pirsa leşekrên dewleta Tirk dikare di nava kîjan şert û mercan de, ji xaka Sûriyê derkeve jî Guler wiha got:
“Tenê eger destûreke bingehîn a nû bê qebûlkirin, hilbijartin bên kirin û ewlehiya sînor pêk were, Tirkiye wê vekişîna bi koordîne ya ji Sûriyê nîqaş bike.”



