Li Sûdanê şerê navxweyî di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de berdewam dike.
Di demên dawî de êrîş li bajarê El-Feşîr zêde bû.
Artêşa Sûdanê ragihand ku êrîşa Hêzên Piştgiriya Bilez a li ser El Feşîr hatiye têkbirin û hejmarek zêde mîlîsên vê hêzê hatiye kuştin.
Artêşa Sûdanê ragihand ku êrîşeke mezin a Hêzên Piştgiriya Bilez a li ser El-Feşîr têk birin.
Berdevkê Artêşa Sûdanê Nebîl Ebdullah diyar kir ku êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez a li ser El Feşîr hat têk birin û derbeyên giran li wan xistin.
Di çend rojên borî de Hêzên Piştgiriya Bilez bi danîna xendeqên parastinê li nêzîkî navenda fermandariya Firqeya 6 a artêşê dest bi ketina bajêr kiribû.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku di navbera artêşa Sûdanê û milîsên Hêzên Piştgiriya Bilez de pevçûnên tund rû dane û gotin:
“Ji ber tundiya pevçûnan û agirê bêserûber, gelek kes mirin an jî birîndar bûn.”
Welatiyekî El-Feşîr ku nexwest navê wî neyê eşkerekirin, alozî weke ‘êrîşa herî tund’ ji destpêka şerê li bajêr ve bi nav kir û got,:
“Îro ji bo şêniyên bajêr gelekî zehmet bû. Dengê çekên giran ji her derê El Feşîr hat bihîstin.”
Hêza hevpar a ji komên çekdar ên girêdayî artêşê pêk tê, ragihand ku ‘êrîşa ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez ve hatibû organîzekirin têk birin.
Her wiha hêza hevpar diyar kirin ku gelek wesayît îmha kirin, bi hezaran kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê, êrîş bi qasî 2 hezar leşker û 87 wesayîtên şer hatiye kirin.
Artêşa Sûdanê: Êrîşên hêzên piştgiriya bilez hat şikandin
Li aliyê din Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Bilez ji çar aliyan ve bi êrîşa bejahî ya bi topan hewl da bajarê El-Feşîr bigire, lê hêzên wan ew şikandin.
Di daxuyaniya tevgerê de hate gotin ku şer û pevçûnên li çar çeperan 6 saetan bênavber berdewam kirine û wiha hate gotin:
“Hêzên me yên hevpar hemû pêkhateyên êrîşkar têk birin û bi sedan endamên Hêzên Piştgiriya Bilez hatin kuştin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir:
“Piştî têkçûna êrîşa bejayî, milîsan ji derveyê bajêr bi topên tund êrîş kirin û sitargeh, nexweşxane û navendên xizmetguzariyê yên koçberan kirin armanc.”
Platformên girêdayî Hêzên Piştgiriya Bilez ragihandin ku hêzên wan bi pêş ve diçin û bajar bi temamî ji hemû aliyan ve dorpêç kirine.
Amarên fermî diyar dikin ku di şer û pevçûnên ku ev 4 meh in li bajêr berdewam in, zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.



