Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Hizbullahê de 3 endamên hizbullahê hatibû kuştin û 12 jî birîndar bûbûn.
Hizbullahê jî weke bersiva êrîşa Îsraîlê li bakurê Îsraîlê bi moşek û balafirên bê mirov hedef girtin.
Di êrîşên Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 3 çekdarên Hizbullahê hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.
Li ser vê Hizbullaha Lubnanî ragihand ku şeva borî ango roja Yekşemê êrîşeke mûşekî bo ser bakurê Îsraîlê kir.
Çavkaniyekî nêzî Hizbullahê ji AFP’ê re got, 2 ji 3 şervanên ku mirine, duh di êrîşeke balafirên bê mirov de li herêma sînorî ya Teybeyê hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku kesê sêyem, ku yek ji çekdarên Hizbullahê ye, berî çend rojan li bajarokê Beyt Leyf li başûrê wî welatî birîndar bû û duh ji ber birînên xwe mir.
Wezaretê herwiha eşkere kir ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 12 kes birîndar bûne ku yek ji wan Lubnanî û 11 Sûriyeyî ne.
Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya danê sibê de got:
“Li hemberî êrîşên Îsraîlê, roja Duşemê navenda nû ya Fermandariya Firqeya 146’an a li Jaatûnê bi roketên Katyuşa bombebaran kir.”
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku “30 roket ji Libnanê ber bi herêma Kabriyê ve hatin avêtin”, hinek ji wan li cihên vekirî ketine û ti ziyanên canî çênebûne.
Artêşa Îsraîlê duh serê sibê ragihandibû ku li herêma El-Adeysa ya nêzî bajarê Teybeyê “li gelek navendên leşkerî yên Hizbullahê xistine”.
Hizbullah roja şemiyê jî li bakurê Îsraîlê li dijî baregehekî leşkerî bi balafirên bê mirov êrîş pêk anî.
Li ser vê êrîşê jî Hizbullahê daxuyaniya xwe de wiha got:
“Li hemberî êrîşên Îsraîlê ya li ser bajarê Saydayê, me li dijî li başur rojavayê bajarê Safed bi balafirên bê mirov êrîş pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin baregeha ku hatiye armanckirin ji şerê ku 8’ê Cotmehê ve destpêkiriye cara yekem tê armanckirin.
Heya niha wek bîlanço li Lubnanê 366 çekdarên Hizbullahê, 116 sivîl herî kêm 562 kes hatine kuştin.



