Xelkê herêmê bi taybetî şêx û rûspiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên li ser rojhilatê Dêrazorê bertek nîşan dan û banga hevgirtinê li xelkê Sûrî kirin.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hate gotin,
Ew ê destê dirêjî desketiyên bi xwîna zarokên wan hatine bidestxistin bibin, qut bikin.
Xelk û endamên saziyên sivîl ên Dêrazorê li dijî êrişên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetanî yên li ser Dêrazorê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û ev peyam hate dayîn:
“Heta dilopa xwîna me ya dawî em ê li rex hêz û rêveberiya xwe bin.
Tu kes nikare rê li avakirina Sûriya demokratîk – ne navendî bigre.”
Ji gundê Şêx Hesen ê Eyn Îsayê jî daxuyaniyek ji bo şermezarkirina van êrişan hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser destketiyên şehîd û şervanên vî welatî û wiha hate gotin:
“Destê ku dirêjî destkeftiyên zarokên me bibe, em ê bibirin.”
Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Hesekê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek hevbeş dan.
Hate diyarkirin ku şêx û rûspiyên herêmê li dijî hewldanên hêzên Hikûmeta Şamê û çekdarên wê bi hemû hêza xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin.
Li Holê jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin û piştgiriya bi QSD’ê re hate ragihandin.
Şêx û Rûspiyên eşîrên Til Birak û Tirbespiyê jî bi daxuyaniyê cuda êrişên hovane şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:
“Em komkujiya li gundên Dehle û Cidêd Begara çêbûyî, şermezar dikin.
Em ê tola vê yekê hilînin, em bi QSD û hemî hêzên xwe re ne. Ev hêz zarokên me ne û xwîna wan ji bo me buha ye.”
Her wiha rûspiyên êlên Kantona Efrîn û Şehbayê jî diyar kir ku li dijî polîtîkayên fitneyan divê xelkê herêmê hevgirtina xwe hîn bêhtir xurt bikin.



