Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got: “Salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku li Kurdistanê meşaleya vejînê vêxist, ruh da gelê Kurd.
Gerîla di sala 40’emîn a têkoşînê de planên qirêj ên dijmin têk birin û nehiştin ku bigihêjin armanca xwe.
Di sala 41’emîn de berxwedan wê di asta herî bilind de dewam bike.”
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê bi daxuyaniyekê salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
NPG’ê diyar kir ku Gerîla wê di sala 41’ê ya têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin û got:
“Gelê me bi coşeke mezin xwedî li Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê derdikeve, vê rojê weke Cejna Vejînê ya Neteweyî pîroz dike.
Gelê me bi pêşengiya partiya me PKK’ê bû xwedî îadeyeke Apoyî ya xurte.”
NPG: Gerîla ruhê serketinê yê pêngava 15’ê Tebaxê îro di asta herî bilind de temsîl dike
NPG’ê anî ziman ku bi fîşeka destpêkê re ku bi pêşengiya fermandar Egîd li mêtingeran hate xistin, hêvî hate afirandin û meşaleya azadiyê hate vêxistin û wiha domand:
“Gelê me li hemberî mêtingeriyê bû hêza pêşeng a şerekî bêhempa yê azadiyê.
Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gelê me zincîra koletiyê şikand. Gerîla ruhê serketinê yê Pêngava 15’ê Tebaxê ku ketiye sala 40’emîn îro di asta herî bilind de temsîl dikin.”
NPG: Gerîla di sala 40’emîn a têkoşînê de planên qirêj ên dijmin têk birin
NPG’ê destnîşan kir ku Gerîlayên ku nîşanî tevahiya cîhanê dan ku têk naçin, bi Egîdbûnê wê di sala 41’emîn a têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin û wiha pê de çû:
“Li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke fedaî ya bênavber tê meşandin.
Gerîla xaka Başûrê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî diparêzin. Gerîla di sala 40’emîn a têkoşînê de bi ruh û rêbaza Egîd planên qirêj ên dijmin têk birin û nehiştin ku bigihêjin armanca xwe. ”
NPG: Di sala 41’emîn de berxwedan wê di asta herî bilind de dewam bike
NPG’ê diyar kir ku di sala 41’emîn de berxwedan wê di asta herî bilind de dewam bike û wiha bi dawî kir:
“Şehîdên sala 40’emîn ên têkoşînê ku li ser xeta fermandar Egîd têkoşiyan û şehîd bûn, veguherîn sembolên berxwedanê û rêya serketinê vekirin. Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz dikin ku navê hêvî, bawerî û serketinê ye.”



