Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku PDK’e Başûr difroşe dewleta Tirk.
Hozat anî ziman ku li hemberî dagirkeriyê divê qiyamet bê rakirin û got:
Pêwîst e gelê me qiyemetê rake. Ya ku niha tê kirin Enfal e.
Yanî êrîşên tên kirin berdewama Komkujiya Helepçeyê ye.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber bû û li ser tecrîda li Îmraliyê û dagirkeriyê axivî.
Besê Hozat diyar kir ku komkujiyek hiqûqî li Îmraliyê heye û got:
“Ji Rêber Apo agahiyek nehatiye wergirtin. Sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ya bi rêk û pêk heye. Niha rewşa ku li Îmraliyê diqewime ji her alî ve sûcê li dijî mirovahiyê ye. Komkujiyeke hiqûqê ye, komkujiyeke mirovahiyê ye.”
Besê Hozat: AKP li ser navê Rêber Ocalan agahiyên derew belav dike
Hozat da zanîn rayedarên AKP’ê li derdorê dibêjin ‘Ocalan kengî bixwaze dikare malbata xwe bibîne’ belav dikin û ev agahî parvekir:
“Hin derdor radibin dibêjin Ocalan dikare malbata xwe bibîne, lê belê rêxistin destûrê nade. Hin jî dibêjin ku; ‘Ocalan çareseriyê dixwaze lê belê tevger çareseriyê naxwaze’. Propagandayeke bi vî rengî di nava gelê kurde dikin. Xuya ye şerekî mezin ê taybet tê kirin.”
Besê Hozat: Gerîla duyemîn artêşa mezin a NATO’yê ji kokê ve radike
Besê Hozat 40’mîn pêngava 15’ê Tebaxê li RÊber Apo hevrêyan û gelê kurdistanê pîroz kir û got:
“Pêngava 15’ê Tebaxê divê tenê weke têkoşîneke gerîla, têkoşîna çekdarî ya gelekî neyê nirxandin. Ji bo me Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevgera ronakbîriyê ye. Di roja îro de jî artêşa gerîla, koka vê artêşa duyemîn a mezin a NATO’yê radike.”
Besê Hozat: PDK Başûrê Kurdistanê difroşe
Hozat şerê li kurdistanê û xiyaneta PDK’ê jî wiha nirxand:
“Dewleta Tirk hewl dide gerîla tasfiye bike û Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir û îlhaq bikin. Dewleta Tirk li hemberî vê yekê hemû hêza xwe seferber kiriye. Lê encam nagire. Niha li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê ye. PDK’e Başûrê kurdistan difroşe.”
Besê Hozat: Êrişên li ser Başûr dûbarebûna Enfalê ye divê bertek jî pir xurt bin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku divê helwest li hembrî dagirkeriyê zêde bê û wiha bi dawî kir:
“Li Başûr nerazîbûn qels in. Li ser Başûr polîtîkayeke qirkirin, dagirkerî û îlheqkirinê tê meşandin. Pêwîst e gelê me qiyemetê rake. Ya ku niha tê kirin Enfal e. Yanî êrîşên tên kirin berdewama Komkujiya Helepçeyê ye.”



