Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê herdu şehîdan bi merasîmekî li Goristana Şehîd Zozan Amanos oxir kirin.
Piştî eşkerebûna nasnameyên şehîdan Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyên herdu şehîdan li Goristana Şehîd Zozan Amanos oxir kirin.
Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Sûreye Hebeş sersaxî da malbatên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê û got:
“Berxwedana gelê me divê xurtir be, da ku em li hemberî dijmin şer bikin.
Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşînê mezin bikin.
Bila dijmin bizane ku em ji Şehbayê dernakevin, heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li vir tê bikoşîn.”
Sûreye Hebeş di dawiya axaftina xwe soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatê wan hate kirin.



