Bi boneya 40’emîn salvegera 15’ê Tebaxê roja vejînê li gundê Zargele ya Binarê Qehdîlê şahiyek hate lidarxistin û pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Bi vê boneyê Encûmena Gel ya Binarê Qendîlê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;
“Em dikevin 41’emîn salvegera pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, di vê mehê de dîroka azadiyê destpê kir, em weke gel û tevger 41 sal in bê westan şoreşê dimeşînin.
Di dîroka gelê Kurd de cara yekem e şereşekî wiha ji bo azadiyê tê meşandin û heya roja me ya îro hatiye.
Piştî daxuyaniyê şahiya pîrozbahiyê dest pê kir û bi gerandina govendê dawî bû.



