Jinên ku beşdarî konferansa pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan a li Bexdayê bûn, diyar kirin ku heta niha gotinên li ser rawestandina tundiya li dijî jinan tenê di gotinê de maye, ji bo pêşîgirtinê tişta pêwîst nehatiye kirin.
Di 10’ê Tebaxê de 16’emîn Konferansa Salane ya li ser rola Îslamê ji bo jiholêrakirina tundiya li dijî jinan, bi dirûşma ‘Rêzgirtin li geşepêdana neteweyî’ li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin.
Di konferansa ku qaşo bi armanca bihêzkirina rola jinan û jiholêrakirina tundiya li dijî wan hate lidarxistin de piraniya axaftvanan di peywirên astên bilind de mêr bûn û gelek kêm rola jinan hebû.
Piraniya axaftinan der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê de axivîn.
“Salane di konferansê de tê gotin divê rêz ji jinan re bê girtin lê di pratîkê pêk nayê”
Endama sekreteryaya Rêxistina Xwîşkên Îslamê ya Kurdistanê Şino Abdullah ku ji bajarê Silêmanî beşdarî konferansê bû wiha got:
“Ev konferans salane ji bo jinan tê lidarxistin.
Lê belê li gorî min ez rûtîn dibînim ku di gotarek de dixwînin dibêjin nabe tundî li dijî jinan were kirin.
Her dem ez beşdarî konferansên bi vî awayî dibim û her dem tê de tê gotin ku divê rêz ji jinan re bê girtin lê di pratîkê de dijberî van gotinan e.
Li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê tundiya ku li dijî jinan tê kirin berdewam dike.
“Di konferansê de me daxwaz kir ku zagona hejmara 188’an neyê guhertin”
Yek ji beşdarvanên Sûra Meşhedanî jî balkişnd ser niqaşên di konferansê de û wiha anî ziman:
”Di konfaransê de piranî nîqaş der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê bûn.
Ger ev zagon were guhertin û bikeve meriyetê wê bi xwe re pirsgirêkên civakî bîne.
Ji ber wê ez hêvî dikim ku ev zagon neyê guhertin.”



