Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Pêngava 15’ê Tebaxê ango cejna xwe bi çalakiyan silav dike.
Di çalakiyên bi vê boneyê de, li Zap û Metînayê, 6 leşkerên arteşa Tirk a dagirker hatin cezakirin.
Arteşa Tirk a qirker jî bi giştî 52 caran bi çekên kîmyewî û balafirên şer qadên gerîla bombe kir.
Di çalakiyên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de li Herêmên Parastina yên Medyayê 6 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê,
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
11 û 12’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbazên cuda 5 caran li dagirkeran hat xistin.
Di encamê de dagirkerek hat cezakirin û derbe li 2 çeperan hate xistin.
13’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî gerîlayan ji nêz ve li dagirkeran dan.
Di çalakiyê de 2 çeperên ku 6 dagirker têde bûn û rûxiyan, 4 ji wan hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.
Her wiha 3 kamerayên mobesse û 3 projektor hatin bêkêkirin û derbe li konteynirekê hate xistin.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar jî bi çekên nîv otomatîk li kameraya ayîdê dagirkerên hate xistin.
Her wiha dest li helîkopterên li qadê tevdigeriyan kirin û liv û tevgera wan rawestandin.
Yekineyên gerîla ên li herêma Metînayê jî 12’ê Tebaxê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran dan.
Li wir jî leşkerekî Tirk ê dagirker hat cezakirin û kamerayek mobesse jî hat bêkêrkirin.
Arteşa Tirk a qirker qadên gerîla 52 caran bombe kir
Li hemberî van çalakiyên gerîla ku dewleta Tirk xitimandiye, arteşa wê a qirker jî serî li sûcên şer dide.
Der barê vê yekê de HPG’ê ragihand ku tunelên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cudî,
13 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatine bombekirin.
Her wiha HPG’ê dawîyê eşkere kir ku bi giştî herêma, Garê, Metîna, Rojavayê Zapê û Qendîl 35 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin:



