Hizbullahê ragihand ku çekdarên wê mewziya ku leşkerên Îsraîlê li devera Cebel el-Deyr ya Îsraîlê tê de bi cih bûne, bombebaran kirin.
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li ser bîlançoya pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê ya Lubnanê raporek weşand.
Wezaretê ragihand ku ji 8’ê Cotmehê û vir ve li başûrê Lubnanê di şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de heta niha 547 kes hatine kuştin.
Hizbullahê ragihand ku çekdarên wê mewziya ku leşkerên Îsraîlê li devera Cebel el-Deyr ya Îsraîlê tê de bi cih bûne, bombebaran kirin.
Hizbullahê anî ziman ku binkeya Çiyayê Neriya ya Israîlî jî weke bersivekê li hember êrîşa ku li Îsraîl hat kirin, dest pê kir.
Her wiha Hizbullahê li bajarê Baraşit ê başûrê Îsraîlê duh di saetên serê sibê de bi roketên Katyûşa kirin hedef.
Hizbullahê daxuyaniyê de got:
“Bi rokêtên Katyûşa li Bingeha Çiyayê Neria xistin.”
Ji aliyê din ve balafirên şer ên Îsraîlê şeva borî êrişeke asmanî pêk anîn û bi 3 mûşekan bajarokê Kefer Kila yê başûrê wê armanc kirin û dengê wan ji aliyê başûr ve hat bihîstin.
Her wiha şeva borî sêgoşeya bajarokên El-Tîrî, Hedasa û Rişaf bi du mûşekan êrîşek pêk anî.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev bi 2 mûşekên hewayî êrişî derdora bajarokên Henîn û Rişafê kirin.
Her wiha danê êvarê êrîşî herêmên di navbera bajarokên El-Mensûrî, El-Izziye û Zebgîn ên li başûr de jî kirin.
Di êrîşên Îsraîlê de heta niha 547 kes li Lubnanê hatin kuştin
Piştî ku şerê li Xezeyê destpê kir bi rojekê, di 8’ê Cotmeha 2023’an de li ser sînorê başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê şer destpê kir û heta niha dewam dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li ser mijarê raporek weşand.
Li gorî van hejmaran ku di çarçoveya agahiyên ji nexweşxaneyan ên heta 13’ê Tebaxê hatine amadekirin, di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 312 kes mirin û birîndar bûn.
Hate ragihandin ku ji wan 547 kes mirin, ji birîndaran 641 kes jî rakirin nexweşxaneyan.
Wezaretê diyar kir ku ji mirî û birîndaran ji sedî 84 mêr û ji sedî 93 welatiyên Lubnanê, ji sedî 54 jî di navbera 25 û 44 salî de bûn.
Wezaretê her wiha bal kişand ser hejmarên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) û diyar kir ku ji 8’ê Cotmehê û vir ve li herêma sînor 102 hezar û 523 kes ji cih û warê xwe bûne.



