Nûçeya ajansa fermî ya Filîstînê ragihand ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîda Xezayê êrîşên hewayî pêk anî.
Li gor ajansê di wan êrîşan de 21 kes hatin kuştin.
Her wiha li Şerîa Rojava jî leşkerên Îsraîlî di êrîşa bi drone ya li ser bajarokê Tamûnê ya li nêzî bajarê Tubasê de 3 kes kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê tevahiya şevê deverên curbecur ên Şerîda Xezayê bombebaran kir.
Hat diyarkirin ku li bajarokê Xan Yûnis ji ber bombekirina maleke û li bajarokê Benî Suheyla yê li rojhilatê Xezeyê jî ji ber gulebarana sekvanan herî kêm 4 sivîl mirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di êrîşên li dijî Taxa Tel Sultan a bajarê Refahê ya li başûrê Xezeyê de herî kêm 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê malek bombebaran kirin û di vê êrîşê de 7 kes mirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşa hewayî ya li Kampa Penaberan a Megazî 3 kes mirin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di bombebarana Îsraîlê ya li herêma Beyt Lahiya de 2 kes mirin.
Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê taxên Sabra û Zeytûnê yên li bakurê bajarê Xezeyê jî bi topan hedef girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin wergirtin, piraniya kesên di êrîşên Îsraîlê de mirine zarok û jin in.
Leşkerên Îsraîlê li Şerîa Rojava 4 kes kuştin
Ji aliyê din ve leşkerên Îsraîlê danê sibehê avêtin ser bajarê Tubasê yê Şerîeya Rojava û malek dorpêç kirin.
Leşkerên Îsraîlî bi piştgirîya buldozer û balafirên bê mirov li mala di bin dorpêçê de ye gulebaran kirin.
Leşkerên Îsraîlî di êrîşa bi drone ya li ser bajarokê Tamûnê ya li nêzî bajarê Tubasê de 3 kes kuştin û cesedê wan desteser kirin.
Hemasê bi roketan êrîşî Îsraîlê kir
Li aliyê din piştî kuştina Haniye Hamasê piştî demeke dirêj cara ewil bi roketan êrîşî Îsraîlê kir.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku roketeke ku ji Şerîda Xezayê hatiye avêtin li peravên Tel Avîvê ketiye behrê.
Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de derbarê êrîşa Hemasê ya ewil a piştî mehekê de wiha hat gotin:
“Roketeke ku hat tesbîtkirin ku demeke kin berê ji Şerîda Xezayê derbas bûye, li herêma navendî ya Îsraîlê ket qada behrê.”
Artêşê her wiha ragihand ku rokêteke din jî hatiye dîtin ku derbasî nav axa Îsraîlê nebûye.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Tûgayên Îzzeddîn Qassam ve hat dayîn de êrîş hat piştrastkirin û hat diyarkirin ku 2 moşekan li Telavîvê hatine avêtin.



