Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Teha îro sonda yasayî xwar û bi fermî dest bi erka xwe kir.
Rêbwar Teha da zanîn ku ew wek parêzgarê nû dixwaze ji bo aramiya bajêr bixebite û got: “Emê bêy ferq û cûdahî xizmeta hemû pêkhateyan bikin û Kerkûkê bikin parezgehek mînak.”
Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Teha piştî ku îro sonda yasayî xwar, bi fermî dest bi erka xwe kir.
Rêbwar Teha li avahiya encûmena parêzgeha Kerkûkê têkildarî rewşa bajêr û projeyên xwe yên ji bo bajêr civînek çapemeniyê lidarxist.
Rêbwar Teha: Em ê Kerkûkê bikin parêzgehek mînak
Rêbwar Teha da zanîn ku ew wek parêzgarê nû dixwaze ji bo aramî û avedaniya bajarê Kerkûkê bixebite û wiha got:
“Emê bêy ferq û cûdahî xizmeta hemû pêkhateyan bikin.
Ji îro û şûnde yek nasnameya me heye ew jî Kerkûke.
Di aliyê hevre jiyan û xizmetguzarî de emê Kerkûkê bikin parêzgehek mînak.”
Teha diyarkir ku xelkê Kerkûkê baca nakokiyên aliyên siyasî dide û ji ber wê çendê jî Kerkûk û projeyên wê şûnde mane.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar dawiyê destnîşan kir ku ew ê ji bo hemû Kerkûkiyan bibe sîwanek û di aliyê hevre jiyan û xizmetguzariyan de Kerkûkê bikin parêzgehek mînak.



