Li Nijerê ji ber lehiyê du wesayît li ber avê çûn û herî kêm 52 rêwî xeniqîn.
Wezîra Alîkariya Mirovî û Rêveberiya Karesatê ya Nîjerê ragihand ku ji 7’ê Tebaxê ve herî kêm 94 kes mirin, zêdeyî 137 hezar kes bandor bûn û 93 kes jî birîndar bûne.
Li Nîjerê ji meha Hezîranê ve lehî radibe.
Li gorî nûçeya ku di ajansa ANP’ê de hat weşandin, hat diyarkirin ku hejmara miriyan 52 ye û gelek kes winda ne.
Hat ragihandin ku bûyer li rojavayê herêma Tahoyê ku girêdayî bajarê Tîlliya pêk hatiye.
Hat diyar kirin ku du wesayîtên ku hejmareke zêde ya rêwiyan dibirin sûka bajarê Tilemcessê, li ber lehiyê çûne.
Hate gotin ku qurbanî piranî bazirganên Nîjer in.
Ji ber baranê hejmara miriyan derket 94 kesan
Wezîra Alîkariya Mirovî û Rêveberiya Karesatê ya Nîjerê Aysa Lawan Wandarma, diyar kir ku ji ber baran û lehiya zêde ku ji 7’ê Tebaxê û vir ve didome.
Aysa Lawan Wandarma ragihand ku herî kêm 94 kes mirin, zêdeyî 137 hezar kes bandor bûn û 93 kes jî birîndar bûne.
Di serî de Maradî, Zinder û Taho herî kêm 8 herêmên welêt ku paytext jî di nav de ye, ji ber lehiyê bi bandor bûn.
Li gorî wezîr, zêdeyî 15 hezar xanî û bi qasî çil pol zerar dîtiye.
Li vî welatî ku xwedîkirina sewalan yek ji hîmên bingehîn ên aboriyê ye, zêdeyî 15 hezar sewalan mirin.
Zêdeyî 15 hezar sewalan mirin
Li gorî Daîreya Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya li Niyameyê, ragihand ku dibe heta demsala baranê ku heta meha Îlonê didome bi dawî bibe, zêdeyî 247 hezar kes bandor bibin.
Servîsa meteorolojiyê ya neteweyî, diyar kir ku li Nijerê ku meha herî zêde baran lê dibare Tebax e û texmîna xwe ya barîna barana zêde parve kir.
Demsala baranê ji meha Hezîranê heta Îlonê dewam dike û li Nîjerê bi awayekî rêk û pêk mirov ji ber barana dijwar dimirin.
Di sala 2022’yan de 195 kes mirin û 400 hezar kes jî bandor bibûn.



