Xelkê Dêrazorê şehîdên komkujiya Şiêtatê bi bîr anîn û xwest hesab ji êrişkaran bê pirsîn.
Hate gotin: “Ji bo parastina herêmê em ê her dem di seferberiyê de bin û li rex hêzên xwe bin.”
Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li dijî eşîra Şiêtat a li Dêra Zorê pêk hat.
Di encamê de hezar û 700 kes hatin kuştin û bêtirî hezar jî hatin revandin.
Bi armanca bîranîna şehîdên komkujiyê îro li Dêra Zorê biamadebûna nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, şêx û rûspiyan û fermandarên QSD’ê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Merasîm li Pakrewangeha Şehîdên Firatê ya li bajarokê Ebû Hemam pêk hat.
‘Em ê xaka xwe ji her cure êriş û komkujiyan biparêzin’
Di merasîmê de nûnerê eşîra Şiêtat Nasir El Deramî qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî jî komkujî şermezar kir û got:
“Em li vir kom bûne da ku sivîlên bûne qurbaniyên fikrê terorê, bi bîr bînin.”
Di heman rojê de hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetanî bi êrîşên ketober sivîl û milkên welatiyan dikirin armanc.
Li hember van êrişan şervanên me bi hemî hêza xwe şer kirin û gelê xwe parastin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêra Zorê Mihemed El Dexîl jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwest gelê herêmê qir bike ev tişt anî ziman:
“Şehîdên komkujiyê bûn pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê.
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Xîtam Salih jî bal kişand ser êrişên 7’ê Tebaxê yên li dijî Dêra Zorê û got:
“Berê li ser destê DAIŞ’ê bû, niha jî Hikûmeta Şamê komkujiyan li Dêra Zorê pêk tîne.
Em mil bi mil li rex QSD’ê bisekinin û xaka xwe biparêzin.”



