Meclisa Jinên Sûriya bi boneya salvegera xwepêşandanên gel a li başûrê Sûriyê daxuyaniyek da.
Meclisê diyar kir piştî 13 salan ji aloziya Sûriyê, qeyran, êş û azarên ku bi ser gelê Sûriyê de hatin, van xwepêşandanan ruhê şoreşa Sûriyê ya resen zindî kir.
Di demekî de ku tu çareseriyek ji aloziyê re nayê dîtin, projeya Rêveberiya Xweser a aşitî û ewlehiyê gelê Sûriyê dihewîne.
Meclisa Jinên Sûriyê: Çareserî di destê gelê Sûriyê de ye
Ezmûna xwerêveberiyê, li ser xalên demokrasî, piralî, nenavendî û mafê jinan ji bo beşdarbûna hemû qadan, di destûra Sûriyê ya nû de.
Meclisa Jinên Sûriyê piştgiriya xwe ji her tevgereke aştiyane re diyar kir û got:
Ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê, çareserî di destê gelê Sûriyê de ye.
Yekitiya xaka Sûriyê, bidawîkirina şer, derketina welatên derve, tevî dewleta Tirk a dagirker û aktîvkirina diyaloga Sûrî-Sûrî li gorî biryara 2254, ewlehiya gel misoger dike.



