Xelkê bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ferec Ehmed El Omer spart axê.
Şehîd Ferec El Omer 12’ê Tebaxê li kantona Dêrazorê dema li ser erka xwe şehîd bû.
Xelkên Hesekê, şex û rûspiyê eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana Şehîd Dijwar ya gundê Dawidiyê kom bûn.
Di merasîmê de beşdaran diyarkirin ku tiştê li Dêrazorê bûye, komplo û fîtneyên bi destê gelek dewletan pêk hat.
Lê bi saya hevgirtina gelan û sekina wan li pişta hêzên wan yên leşkerî ev komplo û fitine vela derket.
Fermandarên Meclisa Leşkerî Agirî Hesekê têkoşeriya şehîdan bi bîr anî û soza parastina tevahî pêkhateyan û şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.



