Ji bo ji nûve avakirina Şengalê, encûmena parêzgeha Nînovayê salane 50 milyar dînar Îraqî diyar kir.
Têkildarî mijarê Endamê Meclisa Parêzgeha Mûsilê Mihemed Arif Şebekî ji bo rojnameya “Bexdad El-Yûm” axivî.
Arif Şebekî diyarkir ku ji bo avakirina Şengal, Deşta Mûsilê û hinek deverên din yên parêzgehê salane 50 milyar dînar dane.
Şekîb dazanîn ku wê avakirina vê pirojeyê wê sê salan dewam bike û di nav de malên nîştecihbûnê bêne avakirin.
Her wiha avakirina şaredariyan û navendên xizmetguzariyê jî di vê pirojeyê de cih digirin.
Di dawî de Mihemed Arif Şebekî got:
“Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran malabat penaberbûn û li kampan dimînin.
Armanca vê pirojeyê jî ew e ku ev malabat vegerin ser axa xwe û bi aramî û ewlehî bijîn.”



