Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Ferîd Etê derbarê êrişên li Dêra Zorê axivî û destnîşan kir ku armanca hêzên hikumeta Şamê ji van êrişan têkbirina ewlehiya herêmê û vejandina DAIŞ’ê ye.
Ferîd Etê got:
“Alozî bi çekan çareser nabe, pêwîstî bi hevgirtin û diyalogê heye.”
Hêzên hikumeta şamê û çekdarên Dîfa Wetenî êrişî Dêra Zorê û Gundewarên wê kir.
Di encamê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.
Têkikdarî mijrê, hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ferîd Etê axivî.
Ferîd Etê diyar kir ku ji bilî alîgirên Hikûmeta Şamê tu kes sûdê ji van êrşan nagire û got:
“Tenê dewleta Tirk a herî zêde sûd jê girtiye ku hemwextî wan êrişan herêmên Şehba û Minbicê topbaran kirin.”
Ferîd Etê: Armanc ji van êrişan vejandina DAIŞ’ê ye
Etê behsa armanca êrişan kir û wiha domand:
“Armanca van êrişan têkbikrina ewlehî û binesaziya herêmê ye.
Herwiha têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û vejandina DAIŞ’ê li herêmê ye.”
Ferîd Etê: Helwesta Rêveberiya Xweser bidesxistina ewlehiya herêmê ye
Etê anî ziman ku helwesta Rêveberiya Xweser li hember aloziyê diyar e ku xwedî projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî ye û wiha pê de çû:
“Armanca Rêveberiya Xweser bidestxistina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê ye.
“Rêveberiya Xweser her kesî, tevahî olan û baweriyan hemêz dike.
Ji bo sepandina rêgezên neteweya demokratîk dixebite.”
Ferîd Etê: Li dijî êrişan pêwîstî bi hevgirtin û diyalogê heye
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ferîd Etê di dawiyê de ev bang kir:
“Çareserî di destê sûriyan de ye û bi çekê çareser nabe.
Divî sûrî dest bi diyalogê bikin.
Tenê bi saya hevgirtina gel, biratiya gelan û têkoşîna wan dê karibin li hember êrişên li dijî piroje û doza me bisekinin.”
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



