Dewleta Tirk ya dagirker ji bo li dijî gerîla şer bike leşkerên kirêgirtî digre.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê SOHR ve hatine piştrastkirin, 550 çete derbasî Başûrê Kurdistan hatiye kirin.
Ji bo her çeteyekê di navbera 2 hezar û 500 ta 3 hezar dolar mûçe tê pêşkeş kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo li Başûrê Kurdistanê li dijî Gerîlayên Azadiyê bide şerkirin, wergirtina çeteyan weke leşkerên bi mûçe didomîne.
SOHR: Dewleta Tirk 550 çete derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) ve hatine piştrastkirin, hejmara leşkerên kirêgirtî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo li çiyayên Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla bide şerkirin, wergirtine ji 550 çeteyan derbas kiriye.
Ev çete li nav komên çeteyan yên El-Hemze, Sultan Silêman Şah, Sultan Mûrad û gelek komên din tên bicihkirin.
Piştî ku Tirkiye 150 çete weke komeke nû şand Herêma Başûrê Kurdistanê, ev yek pêk hat.
Rayedarên Tirk bi taybetî balê dikişînin ser hilgirtina Tirkmenan ji bo şerê li dijî PKK’ê.
Dewleta Tirk a dagirker bi îstismarkirina şert û mercên zehmet yên jiyanê hewl dide ciwanan bi pereyan bikişîne aliyê xwe.
Bi pereyan ciwanan dişîne qadên ku dagirkiriye û li hemberî gerîla dide şerkirin.
Ji bo her çeteyekî di navbera 2 hezar û 500 ta 3 hezar dolaran mûçe pêşkêş dike
Ji bo her çeteyekê di navbera 2 hezar û 500 ta 3 hezar dolaran mûçe pêşkeş dike.
Ev mûçe ji mûçeyên berê yên Enqereyê pêşkêşî çeteyên Sûriyeyî yên ku li Lîbya, Azerbaycan û Nîjerê didan şerkirin, zêdetirin.
Tirkiye bi van mûçeyên balkêş dixwaze çeteyan teşwîq bike ku tevlî erka nû ya leşkeriyê bibin.
Di 22’ê Tîrmehê de çavkaniyên SOHR’ê ragihandin ku rayedarên Tirk bi sedan çete neçar kirine ku li Başûrê Kurdistanê weke leşkerên kirêgirtî an bi mûçe li dijî PKK’ê şer bikin.



