Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêra Zorê Abdulrehman El Dixêvîj ragihand ku baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê qels nebûye, ti êriş nikare yekîtiya gel xera bike û got:
“Hikumeta Şamê û hin hêzên li herêmê hewl didin li Dêra zorê tevlîheviyê biafirînin.
Yên ku sîstema gel xera dikin, ewlekariyê dixin metirsiyê dijminê gel in.
Bi saya yekîtiya gel bi QSD’ê re êrîşên li dijî Dêra Zorê hatin têkbirin.”
Herêma Dêra Zorê piştî ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di çarçoveya sîstema Rêveberiya Xweser de sîstema xwe ya rêveberiyê li ser meclîs û komînan ava kir.
Lê êrişên li dijî Dêra Zorê û sîstema wê ya rêveberiyê dema dawî zêde bûne.
Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêra Zorê Abdulrehman El Dixêvîj li ser êrişên li dijî Dêra Zorê, dilsoziya gel a bi Rêveberiya Xweser re axivî.
Abdulrehman El Dixêvîj anî ziman ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên li herêmê li dora vê sîstemê bûn yek û got:
“Li hemberî êriş û hewldanên siyasî yên li ser Dêra Zorê gel hîn bêhtir xurt bû.
Baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser hemû planên li dijî Dêra Zorê têk biriye.
Saziyên li herêmê hemû li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser hatine birêxistinkirin û ji bo xizmetê ji gel re bikin dixebitin.”
“Propagandayên li herêmê ji bo derxistina tevlîheviyê ye”
El Dixêvîj diyar kir ku propagandayên li ser Dêra Zorê têne kirin dûrî rastiyê ne û wiha domand:
“Hikumeta Şamê û hin hêzên li herêmê hewl didin li Dêra zorê tevlîheviyê biafirînin.
Baweriya gel a bi rêveberiya xweser û QSD’ê bi ti awayî naşkê.
Van êrişan baweriya me ya bi yekîtî, hêza me ya parastinê û rêveberiya me hîn zêde kir.
Yên ku sîstema gel xera dikin, ewlekariyê dixin metirsiyê dijminê gel in.”
“Bi saya yekîtiya gel a bi QSD’ê re êrîşên li dijî Dêra Zorê hatin têkbirin”
Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêra Zorê Abdulrehman El Dixêvîj destnîşan kir ku di dema êrişên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de jî karên wan ên meclîsê nesekinîn û got:
“Gel bi QSD’ê re tevgeriya û ev êriş bi saya yekîtiya gel a bi QSD’ê re hatin têkbirin.
Gel wê bi QSD’ê û rêveberiya xwe re be; ti êriş wê nikaribe vê yekîtiyê xerab ike.
Em ê li hemberî her cûre êrişan li ber xwe bidin.”
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



