Li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî û êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên kantona Reqayê ji bo parastina ewlehiya herêmê, xwe di nava komînên taxê û Hêzên Parastina Cewherî de bi rêxistin kirine.
Hêzên Parastina Cewherî ji bo parastinê, bi şev di nava taxan de derdikevin dewriyeyan.
Endamên hêzêb Hêzên Parastina Cewherî derbarê vê yekê de ji ajnasa ANHA re axivîn.
Nisrîn Îbo ya ji taxa Diriye ya rojavayê Reqayê diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê ew bi hêzên ewlehiyê û leşkerî re ne û got:
“Jin jî dikarin taxên xwe biparêzin.
Em nahêlin ti kes, tiştên me bi xwîna şehîdan ava kirine, xira bikin.
Xelkê herêmê bi jin, mêr û ciwanên xwe piştgiriya QSD dikin û heta dawiyê pê re ne.”
Mihemed El Mihemed jî anî ziman ku ji bo parastinê çi ji wan bê xwestin ew ê bikin û ev yek anî ziman:
“Em ê her tim bi hêzên xwe yên leşkerî re bin.”
Ehmed El Hisên jî bang li şêniyan kir ku bibin yek, mal, tax û herêmên xwe biparêzin.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



