Şandeyeke Kongreya Îslama Demokratîk ji bo teqeziya li ser piştgirî û hevgirtina bi xelkê re û ji bo peyamekê bidin her kesê hewl didin derbe li ewlehiya herêmê bidin, serdana Dêra Zorê kir.
Şandeyê diyar kir ku QSD, xelkê Dêra Zorê, şêxên eşîrên herêmê dê li hember her êrişekê bisekinin.
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî a Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Mahir El Xelef jî anî ziman ku ev serdan nîşan dide ku di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de li hember astengiyan hevgirtin heye.
Şandeyeke Kongreya Îslama Demokratîk ji bo teqeziya li ser piştgirî û hevgirtina bi xelkê re û ji bo peyamekê bidin her kesê hewl didin derbe li ewlehiya herêmê bidin, serdana Dêra Zorê kir.
Şande bi rêveberiya kantonê, şêx û rûspiyên eşîrên wê û Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê re civiya.
Şandeyê diyar kir ku QSD, xelkê Dêra Zorê, şêxên eşîrên herêmê dê li hember her êrişekê bisekinin.
“Em spasiya hêzên leşkerî yên ku êriş têk birine dikin”
Hevserokê Meclisa Al El Beyt a kantona Tebqayê şêx Ednan Ilêwî anî ziman ku hikûmeta Şamê hewl da fitneyan di nava gel de derxe, da ku ewlehiya li herêmê têk bibe û got:
“Em spasiya hêzên leşkerî yên ku fitne têk birin dikin.”
“Hevgirtina gel bi hêzên leşkerî re ev êriş têk bir”
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî a Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Mahir El Xelef jî diyar kir ku ev serdan nîşan dide ku di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de li hember astengiyan hevgirtin heye.
Di dawiya serdanê de li ser navê şandeyê, serokê Meclisa Hevgirtina Al El Beyt a Tebqayê şêx Ednan daxuynî xwend.
“Kongreya Îslama Demokratîk bi xelkê Dêra Zorê re ye”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di vê dawiyê de çekdarên komên hikumeta Şamê,hewl dan ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin û wiha hat gotin:
“Kongreya Îslama Demokratîk bi xelkê xwe yê Dêra Zorê re ye.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şifa ji birîndaran re dixwazin.”
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



