Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, piştgirî da pêngava Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) a ku dijî biryarên darvekirinê yên li Îranê hatiye destpêkirin û banga desteka navnetewî kir.
Rêveberiya TEV-DEM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev biryara cezyê darvekirinê yê li Şerîfe û Pexşan hatiye birîn tirsa rêveberiya Tehranê ya ji jinû ve vejandina şoreşa Jin Jiyan Azadî nîşan dide û got:
“Nêz an jî dûr wê ev zîhniyeta derveyî xwezaya mirovahiyê veguhere.
Em weke TEV-DEM’ê di wê baweriyê de ne ku jin di civakê rola pêşeng a avakirina demokrasî û bidestxistina azadiyan dilîze.
Bi vê baweriyê em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêngava YRJ’ê ya dijî biryarên darvekirinê hatiye destpêkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokrat, rêxistinên navnetewî,
rêxistinên mafên mirovan û sendîkayên rojnemevanan hat kirin ku destek bidin pêngavê û daxwaza azadiya girtiyên ramanê yên di girtîgehên Îranê de bikin.



