Parlementerê Iraqê Refîq Salihî diyar kir ku bicîhbûna dewleta Titk li başûrê kurdistanê nayê qebûl kirin.
Refîq Salihî got:
“Artêşa Tirk 80 ta 85 kîlometran derbasî nava sinorên Iraqê bûye.
Ev binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya xaka Iraqê û yasayên navdewletiye.
“Divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê pêşî li siyastên dagirkeriyê bigrin.”
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya bihevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Parlementerê Iraqê Refîq Salihî têkildarî mijarê axivî.
Parlementerekî Iraqê: Bicihbûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin
Refîq Salihî anî ziman ku bicihkirina bi hezaran leşker û çekdarên dewleta Tirk li Başûr metirsiyeke mezine li ser ewlehiya netewî ya Iraqê çêdike û got:
“Artêşa Tirk 80 ta 85 kîlometran derbasî nava sinorên Iraqê bûye.
Ev binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya xaka Iraqê û yasayên navdewletiye.”
Refîq Salihî: Divê hikûmeta Iraqê pêşî li siyasetên dagirkeriyê bigre
Refîq Salihî eşkere kir ku ew ê ti carî bi cihkirina dagirkeran qebûl nakin û ev bang kir:
“Divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê pêşî li siyastên dagirkeriyê bigrin.”
Nivîskar Rêkewt: Tirkiye bi hinceta PKK’ê êrişî Kurdistanê dike
Derbarê heman mijarê, nivîskar Rêkewt Îsmaîl jî axivî.
Nivîskar Rêkewt da zanîn ku dewleta Tirk bi hiceta parastina sînoran, êrişî Başûrê Kurdistanê dike û got:
“Li gorî Tirkiyê Başûrê Kurdistan û Bakurê Suriyê beşek ji Tirkieyê ne, yanî Tirkiye ne ji bo PKK’ê hatiye, ev tenê hêceteke.
Armanca rast ya dewleta Tirk van herêman bixe sînorê xwe û naxwaze devji herêmên dagirkirî jî berde.”
Nivîskar Rêkewt: Bi planan dixwazin Kurdan tune bikin
Nivîskar Îsmaîl da zanîn, projeya ku Iraq bi Tirkiyê re dixwaze pêk bîne, weke bertîl dayîne dewleta Iraqê û wiha domand:
“Ya ku niha ji bo her kesê diyar jî, PDK ketiye nava bernameya Tirkiyê.
Em dibînin odeya operasyonan ya hevbeş di navbera her du welatan de hatiye avakirin.
Li cihê ku hêzên pêşmerge parastina xaka Kurdistanê bikin, dikin parêzvanên leşkerên Tirk.
Bi planak navneteweyî, dixwazin Kurdan ji nasnameya neteweyî dûr bixin.”
Mamostayên Başûr: Divê hikumeta Başûr rê li ber dagirkeriyê bigre
Her wiha der barê vê rewşê de mamoste Seryas Semîn û Ekrem Mihemed jî bertek nîşan dan.
Mamosteyan gotin:
“Divê desthilata herêma Kurdistanê sînorekî ji bo dagirkeriya dewleta Tirk dayne, êdî çi bi rêya dîplomasiyê dibe, çi bi rêya leşkerî dibe.”



