Rewşenbîrên Kantona Reqayê diyar kir ku peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê de dê bandorên neyînî li gelên Iraq û Sûriyê bikin.
Her wiha bo vê pêymanê Rewşenbîran hişyarî da û gotin:
“Divê gelên Iraq û Sûriyeyê ji xetereyên van peymana werin hişyarkirin.”
Rewşenbîrên kantona Reqayê têkildarî peymanên ewlehî, siyasî, aborî û leşkerî ku hikumeta Iraqê û dewleta Tirk a dagirker de îmze kirine axivîn.
“Ev peyman xetereyên mezin li ser xaka Iraq û Sûriyê çêdikin”
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê û çalakvanê mafê mirovan Şewax El Elî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya îmzekirina peymanan bi hikumeta Iraqê re, dixwaze parçeyên din ên xaka Iraqê dagir bike û wiah anî ziman:
“Ev peyman xetereyên mezin li ser xaka Iraq û Sûriyê çêdikin.
Armanc ji van peymanan şerê tevahî hêzên ku hewl didin projeya neteweya demokratîk paş bixin e.
El Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya îmzekirina peymanên biguman krîzên xwe yên navxweyî derbasî welatên cîran bike û got:
“Ev peyman xwedî bandorên siyasî ne ku di serî de Iraq û Sûriyê, ewlehiya herêmê dixe metirsiyê.”
“Divê gelên Iraq û Sûriyê ji xetereyên van peymana werin hişyarkirin”
Hesen Mistefa jî destnîşan kir ku armanc ji peymanên ku qaşo ji bo xurtkirina tevkariya di navbera her du welatan de hatine îmzekirin, di rastiya xwe de ji bo bihêzkirina dagirkeriya Tirk a li Iraqê ne û wiha pêde çû:
“Hikumeta Iraqê êdî girêdayî dewleta Tirk a dagirker û destwerdanên derve û yên herêmî ye ku dest danîne ser hin beşên xaka Başûrê Kurdistanê.”
Hesen diyar kir ku Tirkiyê ku xwedî armancên mêtingeriyê hewl dide zextê li Sûriyê, bi taybetî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha bi lêv kir:
“Divê gelên Iraq û Sûriyê ji xetereyên van peymana werin hişyarkirin.”



