Mark Esper: Eger pêwîst bike em ê leşkerine din bişînin Sûriyê

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper diyar kir ku 600 leşkerên wan li Sûriyê hene, lê eger pêwîst bike ew ê hejmareke zêdetir bişînin wir.

Mark Esper da xuyakirin ku ew ê vê mijarê bi serfermandarê artêşa Emerîkî re gotûbêj bike.

Esper îşaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûrî jî kir û got,

Em difikirin ku êrîşa dewleta tirk ya li ser bakurê sûrî şaştiyek e.

Ji ber ev yek bû sedema ku beşek çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan birevin û aloziyê.

Ew karekî şaş bû û li ser hevkarî û hevahengiya wan bi QSDê re teqezî kir.

Berî çend rojan jî, wezîrê Emerîkî anîbû ziman ku hinek welatên koalîsyonê dixwazin hêzên xwebexş bişînin Sûriyê.

Di civîna Lûtkeya NATOyê ya li Londonê jî hatibû lidarxistin de, serokê Emerîkayê Donald Trump teqez kir ku wê hêzên wan li Sûriyê bimînin.

Leave a Reply

Back to top button