Şandeyek ji Mexmûrê ji bo rakirina dorpêçê çû Silêmaniyê

Ev nêzî 6 meh e ku dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê dewam dike.
Şandeyek ji Saziya Têkiliyên Derve ya Wargehê ji bo ev ambargo were rakirin, çû serdana navenda Girîngîdayîna Demokrasî û Mafê Mirovan ya bajarê Silêmaniyê.

Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve, piştî ku endamê MÎT’a dewleta Tirk Osman Kose li Hewlerê hate kuştin di dorpêçê de ye.

Piştî kuştina endamê MÎT’ê, rêveberiya PDK’ê beyî ku ti sedemê diyar bike Wargeha Mexmûrê xist dorpêçê.

Şandeyek Mexmûrê ji bo rakirina dorpêça li ser wargehê çû serdana navenda Girîngîdayîna Demokrasî û Mafê Mirovan ya bajarê Silêmaniyê.

Şandeya Mexmûrê ji berpirsên navendê xwestin ku ji bo rakirina dorpêça ser wargehê bikeve nav hewldanan.

Li gorî agahiyan di serdanê de berpirsên navende diyarkirine ku ew ê hewldanên xwe dewam bikin û bi heman armancê raporek radestî rêxistina Neteweyên Yekbûyî bikin.

Bi heman armancê şandeya Mexmûrê îro bi endamê Parlamena Iraqê Dr Kawa Mehmud yê Tevgera Goran re jî civiya.

Leave a Reply

Back to top button