Rêverbiya Xweser careke din diyar kir ku ew ji bo diyalogê amade ne û got, “Li şûna ku nûnerên komên çete tevlî civînên Cenevê bibin, divê bikevin lîsteya terorê.”
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê diyar kir, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji civînên Cenevê dûr tên hiştin, lê belê nûnerên komên çete yên ji bermahiyên DAIŞ’ê û El Nusrayê diçin ser maseya diyalogê..
Rêveberiyê bang kir ku, nabe ti biryara aliyên navborî di siberoja Sûrî de hebe û got,
“Berovajî wê, divê ev komên çete bikevin lîsteya terorê û Tirkiyê ji ber van sûcên şer were darizandin.”
Her wiha Rêveberiyê teqez kir ku ew ê biryarên ji civînên navborî derkevin, nas nekin..
Rêvebriyê da zanîn ku wan komîteyên danûstandinê amade kirine û divê Rûsya ji bo diyaloga di navbera Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de êdî rol bilîze.