KNK: Li qadên 1’ê Gulanê li kêleka gerîlayên Kurdistanê bisekinin

KNK’ê diyar ku ew di bin êrişeke giran a dagirkeriyê de dikevin 1’ê Gulanê, bi vê yekê bang li Kurdistaniyan kir ku di qadên 1’ê Gulanê de li hember êrîş û dagirkeriyê li tenişta Gerîlayên Kurdistanê bisekinin.
KON-MED’ê jî ragihand ku wê li tevahiya eyaletên Almanyayê 1’ê Gulanê bê pîrozkirin û banga tevlîbûnê kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanî peyamek da, tê de, li hemberî êrîşên dagirkeriyê banga piştgiriya bi gerîlayên HPG’ê re kir.

KNK’ê 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir û anî ziman ku gerîla û pêşmergeyên doza mezin a Kurdistanê, karker û kedkarên herî rêzdar û 1’ê Gulanê ne.

KNK’ê bi bîr xist ku ew di bin êrişeke giran a dagirkeriya Tirk de dikevin 1’ê Gulanê û got:

“Ev êrîşên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG’ê ne, li dijî hemî destketên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Divê hemî hêzên Kurdistanê li dijî vê êrîşê derkevin.

Em bang li hemî Kurdistaniyan dikin ku di qadên 1’ê Gulanê de, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û li tenişta Gerîlayên Kurdistanê rawestin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê dawiyê anî ziman ku Kurd û Kurdistanî di 1’ê Gulana îsal de bi ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KON-MED: Divê 1’ê Gulanê ya îsal bibe nîşaneya ruhê piştevaniya gelan

Bi heman boneyê, Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên Li Almanyayê (KON-MED) jî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

KON-MED’ê diyar kir ku, li dijî feraseta sîstemê ya ji bo parçekirin û rêvebirina gelan, divê 1’ê Gulanê ya îsal bibe nîşaneya ruhê piştevaniya gelan ên alîgirê azadî û biratiyê.

KON-MED’ê ragihand ku, wê li eyaletên Almanyayê hemûyan 1’ê Gulanê bê pîrozkirin, lewra bang li Elewî, Misilman, Êzidî, Suryanî-Keldanî, Ermen, demokrat, çepgir, sosyalîst û gelên Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî van pîrozbahiyan bibin.

Back to top button