Wezareta Fêrkirinê ya Erebistana Siûdî biryara girtina 8 dibistanên Tirkî da.
Wezaretê Fêrkirinê bi peyameke nivîskî rêveberiyên dibistanên Tirkî yên li Rîyad, Meka, Medîne, Ebha, Tebûk, Demam, Taif û Cedayê ji rêkara girtinê agahdar kirin.
Di peyama Wezaretê de, hate diyarkirin ku, ji bo tomarkirina xwendekaran li dibistanên din, dê hêsankirinan pêşkêş bikin.
Li gorî agahiyan, 2 hezar û 256 xwendekar dê di dema veguhezînê de astengiyan bikişînin, ji ber ku heya radeyeke têrker nizanin bi erebî bixwînin û binivîsin.
Tê payîn, dawiya vê salê ev biryar bikeve pratîkê.
Jixwe meha Adarê jî Siûdiyê biryar dabû ku 5 dibistanên Tirkî yên li Mekeyê bigire.