Saziya rewşa lezgîn a Tirkiyeyê: 21 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Xarpêtê ya Bakûrê Kurdistan duh erd hejiya. Saziya Rewşa Lezgîn a Tirkiyê AFAD’ê ragihan ku heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî hezar kes jî birîndar bûne.

Erdheja li Xarpêtê bi pileya 6.8 pêk hat.

Saziya Rewşa Lezgîn a Tirkiyê AFAD’ê ragihand ku di erdhejê de 21 kesan jiyana xwe ji dest daye, 1030 kes jî birîndar bûne.

Ji ber erdhejê gelek avahî rûxiyane, lewma dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dabin zêdetir be.

Heyetek HDP’ê jî ji bo alîkariyê çû bajarê Xarpêtê.

Erdheja ku di saet 20.55’an de pêk hat li Meletî, Dersim, Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Çewlik, Semsûrê û bajarên Rojava jî hate hîskirin.

Back to top button