Xelkê Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê, sersaxî ji bo malbata şehîd Xwînda Çiya re xwastin.
Li Til birak jî 56 şehîd bi merasîmekê hatin bi bîranîn.
Merasîma bîranîna şehîd Xwînda Çiya li gundê Carûdiyê yê Dêrikê hate lidarxistin.
Şehîd Xwînda, Tebaxa 2024’an di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk li herêmên parstina Medya şehîd bûbû.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin:
“Em ê ji bo pêkanîan doza şehîdên xwe heta dawiyê li ber xwe bidin û xeta wan bernedin.”
Dawiyê wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin.
Merasîma sersaxiyê bi serdanan dewame.
Li Til Birak 56 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn
Li Til Birakê jî bîranîna şehîdan hebû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê ji bo bîranîna 56 cangoriyên azadiyê merasîmeke bîranînê lidar xist.
Li wir jî îşaret bi berxwedana hemû hêzên leşkerî hate kirin û soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.
Merasîm bi pêşandana sivizyonek wêneyên 56 şehîdan bi dawî bû.



