Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger anî ziman ku Tiryikê li Îmraliyê tenê gartiyantiyê dike û got:
“Hêzên hegemonîk ên herêmî û navendî berpirsyarên esasî yê tecrîdê ne.
“Eger destûr bê dayin weke parêzerekî dixwazim serdana Îmraliyê bikim.
Rewşa heyî gelekî nebaş e!
Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger ê ku di çarçoveya pêngava azadiyê ya navneteweyî de parêznameyên Rêber Apo xwend û fikrên wî pejirand, li ser tecrîda li Îmraliyê, bandora parêznameyên Ocalan ên li qada navneteweyî axivî.
Urs Matsinger anî ziman ku Tirkiye ji Îmraliyê re tenê gartiyantiyê dike û got:
Urs Matsinger: Hêzên hegemonîk ên herêmî û navendî berpirsyarên esasî yê tecrîdê ne
“Ev rêbaza kontrolê bi esasî tecrîdeke girankirî ye.
Desthilatdar li gorî karaktera xwe kes û civakên ku metirsîdar dibîne dixin bin zextê û tecrîd dike.
Lewma tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, tecrîd li ser civaka berxwedêr tê ferzkirin.
Divê ne tenê li Tirkiyeyê bê dîtin. Tirkiye li Îmraliyê tenê gardiyaniyê dike.
Hêzên hegemonîk ên herêmî û navendî berpirsyarên esasî ne.
Bêguman Birêz Ocalan ramangerekî girîng e, rêbertiyê ji sosyalîzma zanistî re dike.
Tecrîd pêşketina zanista sosyalîst yanî pêşketina zanista civakê asteng dike.
Jinûve avakirina civakîbûnê bi pêşketina zanista civakê dibe. Tecrîd li pêşiya vê dibe asteng.
Rast e, dikare weke derbeyekê bê nirxandin ku li zanista civakê hatiye xistin.”
Urs Matsinger: Divê Kurd hîn bêhtir xwedî li Rêberê xwe derkevin
Urs Matsinger bi bîr xist ku Rêber Apo 42 meh in di bin pergalek îşkenceya Îmraliyê de ye û wiha anî ziman:
“Eger destûr bê dayin weke parêzerekî dixwazim serdana Îmraliyê bikim. Rewşa heyî gelekî nebaş e! Parêzerên wî bi xwe nikare hevdîtinê pê re bikin. Tecrîdeke welê tê ferzkirin ku ji Tirkiyeyê, ji CPT jî wêdetir e.”
“Birêz Ocalan civakîbûna sosyalîzmê heta kokên xwe yên esasî ji aliyê zanistî ve lêkolîn kir”
Li ser fikrên Rêber Apo û pratîka li Rojavayê Kurdistanê Urs Matsinger nirxandineke bi vî rengî kir:
“Min çiqasî rast fêhm kiriye pê nizanim, lê belê Birêz Abdullah Ocalan hebûna dewletê ji bo civakeke exlaqî û polîtîk weke gefekê dibîne yan jî dewlet hebe yan jî nebe, tişta esasî ya ku destnîşan dike sînorê civakeke polîtîk û exlaqî ye.
Ev sînor divê şaş neyê fêhmkirin.
Ti eleqeya xwe bi sîstemeke dişibe netewe dewletê re nîne.
Têkoşîna civakîbûna mirov bi cewherî têkoşîneke sosyalîzmê ye.
Lewma koka sosyalîzmê bi qasî ya mirovahiyê kevn e.
Birêz Ocalan civakîbûna sosyalîzmê heta kokên xwe yên esasî ji aliyê zanistî ve lêkolîn kir.
Abîgaîl Boyd: Di saziyên navneteweyî de, perspektîfa aştiyê hatiye windakirin



