Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezza Mihemed derbarê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê axivî û diyar kir ku Rûsya berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê ye.
Hezza Mihemed got:
“Rûsya peymana rawestandina êrişan û parastina sivîlan binpê dike.
Divê Rûsiya li hemberî êrişên dagirkeriyê xwedî helwest be û li gorî peymanên ku îmze kirine, tev bigerin.
Dewleta Tirk a dagirker binpêkirina lihevkirinan û êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Derbarê mijarê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezza Mihemed axivî.
Hezza Mihemed: Dewleta Tirk dixweza ewlehiya herêmê têk bibe
Hezza Mihemed bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser binesaziya herêmê û got:
“Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê de zêde kirin.
Stasyona Hîşe ya avê û gundên li eniyên şer bombebaran kir.
Di encamê de stasyon rawestiya û nêzî 24 hezar însan li gundan bê av man.”
Hezza Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe da ku şêniyan neçarî koçberiyê bike.
Hezza Mihemed: Rûsya berpirsê êrişên dewleta Tirk e
Her wiha Mihemed anî ziman ku Rûsiya ku ji salal 2019’an de hatiye herêmê, berpirsê van êrişan e û got:
“22’yê Cotmeha 2019’an li Soçiyê Rûsya û Tirkiyê peymanek îmze kir.
Ew peyman jî ji bo rawestandina êrişan û parstina sivîlan hêzên Rûsyayê li seranserî tixumên herêmên li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, belav dibin.
Lê Rûsiya vê peymanê binpê dike.”
Hezza Mihemed: Divê Rûsiya li hemberî êrişên dagirkeriyê xwedî helwest be
Hezza Mihemed di dawiyê de bang li civata navneteweyî û Rûsyayê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku zirarê li jiyana şêniyan dikin rawestînin û li gorî peymanên ku îmze kirine, tev bigerin.



