Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 1500 parêzer û saziyên hiqûqê mohra xwe danîn binê nameyekê û ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin.
Ji 35 welatan 1524 parêzeran ji bo azadiya Rêbar Abdullah Ocalan mohra xwe danîn binê nameyekê.
Nameya ku ji hêla hiquqnasan ve hat nivîsandin, ji Wezareta Edaletê ya Tirk re hate şandin.
Bi navê kesayetên ku mohra xwe danîn binê nameyê li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Di civînê de hate ragihandin ku ji bo pêkhatina mafê hevdîtina bi Rêber Apo ev hewldan hatiye kirin û hat gotin;
Hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê ya bi parêzeran re bi rengekî li dijî hiqûqê tê astengkirin.
Di vê çarçoveyê de hat destnîşan kirin ku rewşa li Îmraliyê ji aliyê parêzerên li cîhanê ve weke şêweyeke tecrîdê ya taybet û cihêkar tê pênasekirin.
Di nameyê de hate gotin,
“Qedexeya serdana parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê, bi rengekî eşkere binpêkirina Pîvanên Standarta Herî Kêm a Têkildarî Kiryarên li hemberî Girtiyan a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2015’an hatiye nûkirin.
Û binpêkirina pêşniyarên CPT û Qanûna Înfaza Ceza ya Tirk a bi hejmara 5275’an e.”
Hat diyarkirin ku têkoşîna hiqûqnasên li Tirkiyê ya li dijî tecrîdê û binpêkirina mafê parastinê bi esasî têkoşîna ji bo bicihanîna Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.
Li ser van bingehan parêzeran û saziyên hiqûqê yên cîhanî daxwaza hevpar a ji bo serdana li girtiyên li Îmraliyê ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re ragihandin.
Ddebaty: Rewşa li Îmraliyê gelekî metirsîdar e
Piştî name ji raya giştî re hat xwendin, nûnerên ku mohra xwe danîn binê nameyê axivn.
Ji wan Seroka Sendîkaya Parêzerên Demokrat a Ewropayê (AED) Helene Ddebaty anî ziman ku ew ji nêz ve bi rewşa li Îmraliyê re eleqedar dibin û got,
“Rewşa li Îmraliyê gelekî metirsîdar e.”
Oshinsky: Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin
Ji Baroya Brukselê û Enstîtuya Mafên Mirovan a Baroyê Yves Oschinsky jî diyar kir ku divê piştgiriya li qada navneteweyî ya parêzeran û piştgiriya ji bo gelê Kurd dewam bike.
Schmidt: Divê Yekîtiya Ewropa zextê li Tirkiyê bike
Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidtjî daxuyakirin ku têxistinên navneteweyî hemfikir in ku Tirkiye mafê girtiyan ji nedîtî ve tê û destnîşan kir ku parêzerên yekîtiya Ewropayê ji bo çûyîna Îmraliyê divê zextê li Tirkiyê bikin.
Abîgaîl Boyd: Di saziyên navneteweyî de, perspektîfa aştiyê hatiye windakirin



