Der barê sûcên çeteyan li gundê gundê Kaxirê yê Efrîna de daxuyaniyên şermezarkirin û piştgiriyê hatin dayîn.
Kongra Star a Helebê di daxuyaniya xwe ya li ser bûyerê de wiha got:
“Êrişa li ser gundiyên Kexarê komkujiya şeva Newroza 2023’an a li Cindirêsê tîne bîra me ku di encamê de 4 ciwanên Kurd şehîd bûn.
Divê aliyên peywendîdar êdî van sûcên hovîtiyê bibînin.”
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Kantona Efrîn-Şehba jî daxuyaniyek da.
TEV-DEM diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe dixwaze Efrîniyên mayî jî bide koçber kirin û wih got:
“Xelkên Efrînê û bi taybet jinên wê bi hêz û vîna xwe kariye hemû kiryarên hovane yên dagirkeriyê vala derxîne.”
Li Minbicê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî da û bi tundî kiryarên dijpîvanên hiqûqî û mirovî şermezar kir.
Li nava Efrînê banga tevlîbûna meşa sibe tê kirin
Her wiha tê plankirin ku sibe saet 09:00’an li nava Efrînê xwepêşandanek girseyî bê lidarxistin.
Li ser malperên medya dijîtal jî bang li xelkê gund, bajarok û bajarên Efrînê tê kirin ku tevlî xwepêşandanê bibin.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



