Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê meşiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Li Til Hemîsê jî Şêx û Rûsipiyên navçeyê ji bo azadiya Rêber Apo komcivînek li dar xist.
Faşîzma Tirkiyê bi ferzkirina cezayên dîsiplînê û pegala êşkence û qirkirinê ya li Îmralî dixwaze têkiliya Rêber Apo ji gelan qut bike.
Dewamkirina vê pergala qirker a li Îmralî re helwesta gelê kurd û demokratan zêde kiriye.
Li dijî cezayên dîsiplînê û pegala êşkence û qirkirinê ya li Îmralî hêrsa gel zêde dibe.
Xelkê bajarê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê daketin qadan.
Di meşa navendî ya li Dirbesiyê hate lidarxistin de bertekên tund derketin.
Meşa ji Qada Jina Azad destpêkir li Qada Şehîdan veguherî mîtingê.
Di mîtingê de, endamê Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî a bajarê Dirbêsiyê Fadî Hesen diyar kir ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi pêkanîna ramanên Rêber Apo çareser dibin.
Endama Înisiyatîfê yê bajarê Til Temirê Ayhan Yûnis jî bang li tevahî gelan, jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Apo têkoşînê geş bikin.
Şêx û rûsipiyên Til hemîsê ji bo azadiya Rêber Apo civiyan
Li Til Hemîsê jî bi heman armancê şêx û rûspiyan komcivînek li dar xistin.
Di komcivînê de, bal hat kişandin li ser biratiya gelan û rola eşîreyên ereb di şikandina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmralî de.
Her weha rewşa dawî ya herêmê û krîza Sûriyê jî ji mijarên komcivînê bû.
Şêx û rûspiyan teqez kirin ku bi hevgirtinê dikarin hemû pilanan vala derxînin û herêmên xwe biparêzin.
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



