Li bajarê Bielefeld ê Almanyayê li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê meşa dirêj despê kir.
Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst anîn ziman ku wê bi berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî” ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst dest bi meşa dirêj kirin.
Ciwanên li Hauptbahnhof kom bûn û li hemberî pergala êşkenceya û qirkirinê ya li Îmraliyê meşiyan.
Meşa ku li Hauptbahnhof destpê kir wê heta bajarê Duisburgê bidome.
Di destpêka çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê ciwnan ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û gotin:
“Têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, pêşî li proje û armancên hêzên komploger girtiye.
Ji ber pêşîgirtina li projeyên DYA, Îsraîl û Îngilistanê yên li Rojhilata Navîn asteng bûn, li hemberê wê komploya navneteweyî hate pêkanîn.
Rêber Apo xistin bin êşkenceyeke giran û agahî jê nayê wergirtin.
Ciwanan anîn ziman ku azadiya gelê Kurd û herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye û ev tişt anîn ziman:
CPT û Yekîtiya Ewropayê bi bêdengiya xwe hevkariya sûc dikin.
Çalakvanan dane diyarkirin ku li hemberî van kiriyaran ew ê bêdeng nemînin û bi berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.
Ciwanan dawiyê bang li hemû gelê azadî xwaz kir ku li hemberê faşîzman bêdeng nemînin û tevlî çalakiyan bibin.
Meşa dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansê dest pê kir



