Roja destpêkê ya Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava azadiyê de bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst tê lidarxistin, bi semînera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.
Ciwanan li stasyona navendî ya trenê ya Bîelefeldê govend gerandin û bi dirûmşeyan roja destpêkê qedandin.
Piştre jî ji bo tevlî semînera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelefeldê li hev kom bûn.
Piştre hunermend Hekîm Sefkan axivî û anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê çareserî ye.
Hekîm Sefkan helbesta ku ji bo Jîna Emînî nivîsandibû xwend.
Pştre jî hunermend Sînan stran got û ciwanan jî govend gerandin.
Di çalakiyê de axaftinên Rêber Apo ên li ser azadiya jinê û sosyalîzmê bi sînevîzyonê hate nîşandan.
Roja duyemîn a meşê jî îro saet di 09:00 de wê li stasyona trenê ya navendî ya Hammê destpê bike.
Meşa dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansê dest pê kir



