Li bajarokê Ehdasê yê Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo gerîlayê HPG’ê Mazlûm Partîzan merasîmeke xiyabî hate li darxistin.
Gerîlayê HPG’ê Mihemed Reşîd bi nasnav Mazlûm Partîzan 6’ê Îlona 2023’an di êrişa artêşa Tirk a li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê de şehîd bû.
Ji bo şehîd Mazlûm merasîmek xiyabî hate lidaxstin.
Xelkê herêmê li bin konê ji bo şehîd hatî vedan kom bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Malbata şehîd Mazlûm xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna azadiya gelê Kurd e.
Bi rayê şehîd Mazlûm, Qehreman jî 2018’an di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şehîd bû.”
Endamê Meclisa Kantona Efrîn-Şehba Dilsoz Efrîn jî li dijî dagirekriya dewleta Tirk banga yekitiyê li gelê Kurd kir.
Piştre wesîqeya şehîd Mazlûm Partîzan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.



