Hêzên Asayişê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku yên rêxistinkirina çeteyna li herêmê de, li Erîşa girtyin.
Hêzên Asayişê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parvekir:
Dezgeha Ewlekariya Giştî a hêzên Asayişê di dewamiya şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de, agahî li ser çeteyan bi dest xistin.
Asayişê diyarkir ku herdu çete di rêxistina şaneyên DAIŞ’ê û belavkirina hişmendiya radîkal de dixebitîn.
Li ser wê, piştî komkirina agahiyan û diyarkirina cihê çeteyan, duh (16’ê Îlonê) hêzên me yên taybet HAT’ê li bajarokê El-Erîşa yê girêdayî Şedadê bi ser wan de girtin.
Tevî herdu çeteyan gelek çek, pere û alavên li gel wan jî hatin desteserkirin.
Hêzên Asayişê dawiyê diyar kir ku piştî lêpirsînê û xebatên qanûnî wê herdu çete sewqî dadgehê werin kirin.



