Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet yên Asayîşê (H.A.T.) 15ê Îlonê roja Yekşemê li Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn.
Di encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê hatin girtin.
Asayîşê diyar kir ku çeteyên girtî di berhevkirina zekatê û danîna bacê li ser sivîlan de çalak bûn.
Her wiha gef û tehdîd li dijî kesên ku ew red dikirin bi kar dianîn.
Aşasyîşê got:
“Operasyon piştî şopandina tevgerên çeteyan ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hat kirin.
Di encama de 3 çete hatin girtin.”
Li gorî daxuyaniyê di serdegirtinan de 2 damance, gelek belge û alavên çeteyan hatin girtin.
Hêzên Asayîşê de dawî de bang li welatiyan kir ku serî li ber gefên terorîstan netewînin.
Her wiha ji bo aramî û ewlehiya civakê li ser mijarên bi guman hêzên asayîşê agahdar bikin.



