Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyamek şand û got;
“Pêwîstiya me ji hemû demî zêdetir bi karê hevbeş heye, li gorî me hemû pirsgirêk bi diyalogê tê çareserkirin, heya pirsa Kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn jî aştî ne pêkane.”
Duh 10. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD di roja duyemîn de li Hesekê bi diruşma ʹBi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîkʹ bi encamnameyekê bi dawî bû.
Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re şand.
Peyama Bafil Talebanî wiha ye:
“Birêz rêhevalên me yên PYD, bi boneya 10. konferansa partiya we ya têkoşer, ez bi navê xwe û bi navê Yekîtiya Niştimanî germtirîn pîrozbahî li we dikim û bextewerî û serkeftinê ji we re dixwazim.
Konferansa we di rewşek hestyar de hat lidarxistin, ji ber ku herêma me û Rojhilata Navîn di zehmetiyên mezin re derbas dibin û ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hemahengî û karekî hevbeş heye ji bo parastina mafên xwe yên netewî û destkeftên bidestxistî.”
Bafil Telebanî: Baweriya me bi pêkvejiyan û karê hevbeş heye
Serokê YNK’ê diyar kir ku bi diyalogê hemû pisgirêk wê bên çareser kirin û wiha anî ziman:
“Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin tine ye, baştirîn bijarde ji bo guhertinên ku derdikevin pêş, çareseriya aştiyane û danûstandine, wek ku çawa em dibêjin aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, ez hêvî dikim ku hemû alî vegerin ser maseya diyalogê û baweriya me bi pêkvejiyan û karê hevbeş heye.”
Bafil Telebanî: Baweriya me heye ku wê PYD di xebatên xwe de biser bikeve
Bafil Telebanî herî dawî di peyama xwe de got:
“Birêzan di kongreya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, ez piştrast im ku hûn dê di vê ezmûnê de jî bi ser bikevin.
Em hêvî dikin ku pêşniyar û biryarên we xizmetê ji armancên bilind ên gelê Kurd û jiyana hevbeş a hemû gelan re bikin.”



