Tîmeke tibî ya Rêxistina Heyva Sor a Kurdî bangên Rêveberiya Kampa Koçberên a Girê Spî yên ji bo piştgiriya rewşa tenduristî bersivandin.
Wê Heyva Sor a Kurdî ku ji çend rojan ve dest bi xebatê kiriye dê li gorî peymanê heta 3 mehên din bi awayekî demkî bixebite.
Piştî 4 mehan ji rawestîna nuqteyeke tenduristî ya yek rêxistinan, Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî banga piştgiriya rewşa tenduristî kir.
Ji bo bersivdanê tîmeke tibî ya gerok a girêdayî Rêxistina Heyva Sor a Kurdî kete tevgerê.
Der barê mijarê de, hevseroka kampê Ezîze Hesen axivî.
Ezîze Hesen li ser mijarê got:
“Tîmeke tibî ya Heyva Sor a Kurdî bangên me bersivandin ku xizmetguzariyê di aliyê tenduristiyê de pêşkêş bike.
Ew yek piştî nuqteyeke tibî ya girêdayî rêxistinekê sekinî û bandoreke neyênî li rewşa tenduristî kir, pêk hat.”
“Em bi hêvîne tîma tibî alîkariyê dewam bike”
Li kampê 2 nuqteyên bijîşkî hene, bi awayekî demkî (2 roj heftane) dixebite û ev 4 meh e rawestiyaye.
Nuqteya din jî girêdayî Rêveberiya Xweser e û tê de kêmasiyên dermanan û kadroyên bijîşkî hebûn û tenê rênîşanên bijîşkî û destwerdanên lezgîn pêşkêş dikirin.
Ezîze di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ev tîm alîkariya bo koçberan dewam bike û got:
“Em bi hêvî tîma tibî alîkariyê dewam bike. ji ber ku koçber di rewşeke aborî ya giran de ne.”
Tîma tibî ya Heyva Sor a Kurdî ku ji çend rojan ve dest bi xebatê kiriye dê li gorî peymanê heta 3 mehên din bi awayekî demkî bixebite.
Tîm ji bijîşkekî giştî, hemşîreyeke jinan, şêwirmendê bijîşkî û dermanxane) pêk tê.
“Em xwedî li bangên kampan derdikevin”
Der barê wê de, endama tîmê Muna Eswed jî axivî û ev yek anî ziman:
“Em xwedî li banga şêniyên kampê derketin û em ê hewl bidin alîkariyê ji bo tevahî koçberên li kampê pêşkêş bikin.”
Muna Eswed diyar kir ku li kêlek xebatên wan hişyariyên ji bo dayiktiyê, nexweşiyên mîna navçûn û nexweşiyên vedigirin hene.
Rêveberiya Xweser di 22’yê Mijdara 2019’an de ji bo welatiyên ku bi dara zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji Girê Spî hatine koçberkirin Kampa Koçberên Girê Spî hat avakirin. Nêzî 7 hezar koçber di kampê de hene.
Kampa koçberên Girê Spî banga alîkariyê li rêxistinên mafên mirovan kir



