Li Hesekê ji bo bicihkirina koçberên Serêkaniyê 2 kamp hene û hîna jî têra wan nake.
Tevî kampan jî hin malbatên koçber li dibistanan bi cih bûne.
Rêveberiya Xweser ji bo vê yekê biryar da ku dibistanan vala bikin û ji bo ku malbatan li kampa Serêkaniyê bi cih bike, kampê berfireh dike.
Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 2019’an li ser Serêkaniyê, bi hezaran welatî koçberî bajarê Hesekê bûn.
Rêveberiya Xweser ji bo koçberan 2 kamp (Serêkaniyê û Waşûkanî) li Hesekê ava kirin.
Tevî kampan jî hin malbatên koçber li dibistanan bi cih bûne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku dibistanên ku koçber têde ne, vala bikin.
Li ser vê yekê rêveberiya Kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayî a bajarê Hesekê ji bo pêşwazîkirina malbatên koçber ên li dibistanan dimînin, qada kampê fireh dike.
Rêveberiya Xweser wê 40 malbat li kampê pêşwazî bike
Hevserokê rêveberiya Kampa Serêkaniyê Ebdurezaq Mihemed diyar kir ku Rêveberiya Xweser li beramberî kampa Serêkaniyê cihek (14 donim) veqetandiye da ku 40 malbatan (220 kes) lê pêşwazî bike.
Mihemed têkildarî xebatên firehkirina kampê ev agahî dan:
“Niha torên kanalîzasyonê têne çêkirin û serşok tên avakirin.
Piştî ku qonaxa yekemîn bi dawî bibe dê zemîna kampê bi kevirên hûr were raxistin.
Di hefteya bê de wê çadir bêne danîn û koçber win pêşwazîkirin.”
Hemîd Ubeyd: Rêxistinên peywendîdar berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bi cih naynin
Endamê Komîteya Şopandinê ya Navendên Bicihkirina Koçberan li bajarê Hesekê Hemîd Ubeyd jî derbarê heman mijarê bi rêya telefonê ev tişt anî ziman:
“Li bajarê Hesekê û gundên wê 38 dibistan hene ku 7 hezar û 300 koçberên Serêkaniyê anku hezar û 363 malbat lê bi cih bûne.
Ji bo bicihkirina koçberên li van dibistanan di nava kampan de, lêkolîn tên kirin.
Rêveberiya Xweser li gorî derfetan destekê pêşkêş dike, loma firehkirina kampê tiştekî hêsan nîn e.
Rêxistinên têkildar berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bi cih naynin û agahî dane me ku ew destekê nadin firehkirina kampan.
Ev jî li pêşiya valakirina dibistanan dibe asteng.”
Hemîd Ubeyd di dawiyê de bang li rêxistin û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bi cih bînin.



