Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres diyar kir ku dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, piştî Kirimê, binpêkirina eşkere ya prensîban e.
Li aliyê din Serokomarê Çekyayê Petr Pavel ku di heman demê de Serokê Komîteya Leşkerî ya NATO’yê ye jî, têkildarî şerê li Ukraynayê daxuyanî da.
Pavel got: ”Encama herî muhtemel a şer wê ew be ku beşek ji axa Ukraynayê bi awayekî demkî di bin dagirkeriya Rûsyayê de bimîne.”
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi beşdariya nûnerên payebilind civînek li ser Ukraynayê hat lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres li vir axivî.
Guterres diyar kir ku bingeha Neteweyên Yekbûyî prensîba rêzgirtina li serweriya hemû welatên endam e.
Antonio Guterres got:
“Dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di Sibata 2022’yan de, piştî Kirimê, binpêkirina eşkere ya van prensîban e.”
Guterres bal kişand ku hejmara kuştiyên vî şerî her ku diçe zêde dibe, anî ziman ku nêzî 10 milyon kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Guterres bi tundî êrîşên li ser hemû sivîl û binesaziyên sivîlan şermezar kir.
Guterres diyar kir ku li Ukraynayê 15 milyon mirov hewcedarê alîkariyê ne û banga zêdekirina alîkariyê ji bo vî welatî kir.
Hişyarî li hember metirsiya belavbûna aloziyan
Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji dema dagirkirina Ukraynayê heta niha 11 hezar sivîl hatine kuştin û got:
“Ev şerê trajîk çiqasî dewam bike, metirsiya zêdebûna rageşiyê û belavbûna wê jî zêdetir dibe.”
Guterres da xuyakirin, ku ev yek wê alozî û dubendiyên cîhanê hîn kûrtir bike û ev bang kir:
“Divê em xeleka tundiyê bisekinînin û êşan bi dawî bikin.
Divê em vê yekê ji bo gelên Ûkrayna, Rûsya û cîhanê bikin.”
Serokê Çekyayê Pavel: Ukrayna divê di armancên xwe yên şer de rasteqîn be
Li aliyê din Serokomarê Çekyayê Petr Pavel ku di heman demê de Serokê Komîteya Leşkerî ya NATO’yê ye jî, têkildarî şerê li Ukraynayê daxuyanî da.
Pavel diyar kir ku westandina ji ber şerê ku ev nêzî 31 meh in li Ukraynayê dewam dike, li gelek deveran tê hîskirin û got:
“Divê Ukrayna ji bo vegerandina erdên xwe yên dagirkirî rasteqîn be.”
Encama herî muhtemel a şer wê ew be ku beşek ji axa Ukraynayê bi awayekî demkî di bin dagirkeriya Rûsyayê de bimîne.”
Pavel da xuyakirin, ku Rûsya û Ûkrayna di mijara şer de wê nikaribin bigihêjin armancên xwe yên herî bilind û got:
“Li ser têkçûna Ûkrayna an Rûsyayê axaftin ne rast e, çareserî wê di navbera wan de be.”



