Şeva 26’ê Îlona 2022’an de li navenda polîsê ya Mezîtlî ya Mêrsîna Bakurê Kurdistanê du gerîlayên YJA-STAR Rûken Zelal û Sara Tolhildan Kurdistanê çalakiyeke fedayî pêk anî.
Herdu şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan berî şehîd bikevin nameyek nivîsandin û wiha gotibûn:
“Dijmin nikare li hemberî destkeftiyên ku me di bin rêbertiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de bi dest xistine, li ber xwe bide. “
“Li xaka xwe bi rengekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe bijîn.
Divê em xwe amade bikin, refên xwe diyar bikin.”
Ev beşeke biçûk ji nameyên gerîlayên (YJA-STAR Sara Tolhoildan e û Rûken Zelal e.
Herdu gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-STAR) Rûken Zelal û Sara Tolhildan di şeva 26’ê Îlona 2022’yan çalakiyeke fedayî pêk anî.
Bi boneya salvegera 2’yemîn a şehadeta wan, em beşên ji nameyên wan ên ku berî şehîd bikevin nivîsandibûn, bi we re parve dikin.
Sara Tolhildan: Min bi zimanê xwe xwend, sirûda xwe got û rêberê xwe nas kir
Şehîd sara Tolhildan berî her tiştî ni nameya xwe de xwe daye naskirin û ev nivîsandiye:
“Ez Ji nava malbateke welê têm ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e, bi Rêbertî û partiyê re di asta hestewarî de dilsoz e.
Kêliyên min ên ku hewl didam hînî jiyanê bibim li Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de derbas bûn.
Mînaka vê jî dema malbata min qeyda min li dibistanên sîstemê çêkir, bi hêrseke mezin ez li ber rabûm.
Li gel nebûna derfetan jî ji bo min şerefek bû ku min bi zimanê xwe dest bi xwendinê kiribû.
Min sirûdên me gotibû. Min Rêberê xwe nas kiribû.
Ji we her kesî re dibêjin divê niha em ji her demê bêhtir nêzî wê yekê ne ku êşên xwe bikin kêfxweşî:
Li xaka xwe bi rengekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe bijîn.”
Sara Tolhildan: Tu kesî wekî rêbertî rastiya jinan derveyî pergalên heyî pênase nekir
Şehîd sara di nava nameya xwe de hineke qala rastiya jinan ya derveyê pergalên heyî kir û got:
“Weke hevrêyeke we ku bû xwedî wê rûmetê ku li nava PKK’ê karibe tê bikoşe, min timî xwest ku rastiya jinê ya ku Rêbertî destnîşan kir fêhm bikim.
Bê di kîjan rewşê de ye û divê bigihêje kîjan astê. Li ser vê yekê timî kûr bûm û min xwest encamekê jê derxim.”
Herî dawî ji dayika xwe re ev got:
Milyaketa min a bedew, min timî gelekî ji te hez kir û ji te hez dikim. Di vê mijarê de weke ku dilê te şikestiye, min ji nameya te ev fêhm kir
Dilsoziya min a bi te re, piştî ku tevlî nava PKK’ê bûm hîn bêhtir bi wate bû.
Rûken Zelal: Rêberê min ez hêvîdarim bibim layiqê keda we
Şehîd Rûken jî di nameya xwe geleke bengewaziya xwe ji gele kiriye û ev di nameya xwe de gotiye:
Di serî ez Rêberî xwe divisînim , min her tim dixwest ku bi hestên ku dibim layîqê we, ji we re binivîsim.
A niha jî ez hêvîdar im ku ez ê bibim layîqê ewqas keda ku we li ber me ve dayî.
Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye.
Rûken Zelal: Serkeftina têkoşîna azadiyê di şexsa gelê Kurd de dê bibe para tevahiya cîhanê
“Gelê min ê hêja ez pir serbilind im ku ez weke jinek Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we tê dikoşim.
Niha jî weke berdewama vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin.
Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku ez her tim xwe li ser piyan bigrim.”
HPG’ê: Çalakiya fedayî ya li Mêrsînê hevrêyên me Sara û Rûken pêk anîn



