Li wargeha penaberan a Mexmûrê gerîlayên HPG’ê şehîd Rêzan Civyan, Hogir Botan û Berxwedan Goyî bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.
Di merasîma bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dubarekirin.
Gerîlayên HPG’ê Şehîd Berxwedan, Şehîd Rizgar û Şehîd Hogir 19’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Kotolê ya Rojhilatê Kurdistanê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi merasîmekî girseyî hersê şehîd bîranîn.
Li wir Hevşaredarê Mexmûrê Edban Yilmaz axivî.
Edban Yilmaz, di kesayeta Şehîdan de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîranî û got:
“Em weke gelê wargehê êşa her sê malbatên xwe parvedikin û dibêjin serê we saxbe.
Wê gelê me çok li hember dijmin daynene. Emê teqez bi ser bikevin.”
Piştre li ser navê malbata Şehîd Berxwedan Goyî birayê wî Mamosta Zubeyîr Kara axivî û got:
Bila serê Rêber Apo saxbe, bila serê hemû şervanên azadiyê û hemû gelê Kurd yê xwedî şeref saxbe.
Em ê têkoşîna şehîdan bidomînin.”



