Şehîd Zeyneb Saroxan di salvegera du yemîn a şehadeta xwe de, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Şehîd Zeyneb Saroxan 27’ê Îlona 2022’an di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû.
Merasîma bîranîna şehîd Zeyîneb, li goristana Şehîd Dijwar ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Li wir endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo bibîrxist ku dewleta Tirk her tim pêşengên civakê dike hedef û got:
“Şehîd Zeyneb ji wan kesan bû ku di oxira şoreşê de têkoşiya.
Jinên li herêmên rizgarkirinî bi rêxistin kir û têkoşîna jinan li her der belav kir.”
Xwişka şehîd Zeyneb Leyla Saroxan jî axivî û got:
“Kombûna me li vir, ji dijmin re peyam e ku em şehîdên xwe ji bîr nakin ji ber ku welatê me bi xwîna wan geş dibe.”



